Amadehiya ji bo şampiyonayê

Hayrullah wê li ser navê Tirkiyeyê beşdarî şampiyonaya Ewropayê bibe

Amadehiya ji bo şampiyonayê

Li aliyekî Behra Wanê ji aliyê din şampiyonekî ciwan.

Navê vî ciwanê 15 salî Xeyrulah Denizci ye. Heta niha gelek serkeftin bi dest xistine.

Xeyrûlah li Erdîşa navçeya Wanê dijî.

Hêj di 10 saliya xwe de dest bi sporê kir û niha di beşa kîk boksê de gelek serkeftiye.

Ji ber vê yekê Xeyrûlah wê di 25ê vê Tebaxê de li ser navê Tirkiyeyê beşdarî Şampiyoniya Kîk Boksê ya Ewropayê bibe.

Hevalekî sporvanê ciwan dibêje baweriya me gelek bi Xeyrûlah heye.

Antrenorên wî dibêjin ku li Erdîşê gelek ciwanên jêhatî hene, ew ê jî wekî Xeyrûlah serkeftî bibin.

Dîroka nûkirinê: 23 Tebax 2019, 16:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE