Amadehiya kaşbazan

Tîma kaşûnê bê berf ji bo şampiyoniyan amadehiya kaşûnê dike...

Amadehiya kaşbazan

Berf hêj nebarî lê tîma kaşûnê ya Mûşê dest bi amadehiyan kir. Sporvanên kaşûnê li ser gihayê an jî li ser asfaltê xwe ji bo şampiyoniyan amade dikin.

Ev sporvanên ciwan dixwazin bibin sporvanên neteweyî.

Li erdê berf tune lê kaşbazên Mûşî, dev ji antrenmanan bernadin.

Amadehiyên xwe carnan li ser gihayê dikin.

Carna jî li ser asfaltê diçin û tên.

Bi vî awayî amadehiya şampiyonayên kaşûnê dikin.

Tîma Mûşê bi alîkariya antrenorên xwe par bûbû tîma duyemîn a Tirkiyê, dixwazin îsal bibin yekemîn.

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE