Amadehiyên ji bo Şampiyonaya Balkanan

Sporvana neteweyî Berfin ji bo Şampiyonaya Beza Çiyê dixebite.

Amadehiyên ji bo Şampiyonaya Balkanan

Sporvana Neteweyî Berfîn Barışer li Mûşê, ji bo Şampiyoniya Beza Çiyê ya Balkanan bi şev û roj dixebite. Pêşbirka balkanan wê di 15ê gulanê de bê kirin û Berfîn dixwaze di pêşbirkê de bibe yekem.

Di 15ê Gulanê de Şampiyonaya Beza Çiyê ya Balkanan wê çêbe.

Loma jî sporvana Neteweyî ya Mûşî Berfîn Barışer gelekî dixebite.

Sporvana 20 salî li xwezayê, di nav pez de bi hevalên xwe re antremanê dike.

Berfîn dixwaze bibe şampiyona cihanê.

Antrenorê wê Özkan Yurtdaş got, ”Me heta niha gelek sporvan xistine tîma Neteweyî. Berfîn jî yek ji wan e.”

Keça ciwan rojê nêzî 10 kîlometre dibeze û ji bo pêşbirkê amade ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE