Amedehiyên sporvanên bîatlonê

Sporvanên bîatlon û bazdana kaşûnê ji bo şampiyonayê dixebitin...

Amedehiyên sporvanên bîatlonê

Li Muşê, sporvanên bîatlon û bazdana kaşûnê ji bo şampiyonaya Türkiye û dinyayê amadehiyan dikin. Sporvan li navenda kaşûnê ya Güzeltepeyê di bin kontrola mamosteyên xwe de xebatên xwe didomînin.

Sprovanên Bîatlon û Bazdana Kaşûnê li Navenda Kaşûnê ya Güzeltepeya Muşê antranmanan dikin.

Nêzî 50 sporvan ji bo Şampiyonaya Türkiye û Dinyayê dixebitin.

Sporvan pêşî kaşûnê dikin, pişt re jî bi çekên lazerê li hedefan dixin.

Di nav timê de sporvanên neteweyî jî hene. Ew dixwazin di şampiyonayan de serkeftinên mezin bi dest bixin.

Di meha Sibatê de şampiyonaya Türkiyeyê wê li Erzurumê bê lidarxistin.

Ger li wir bi ser kevin ji bo şampiyonaya dinyayê wê biçin Fînlandiyayê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE