Asîmanên Şanlıurfayê bi paraşûtên reng rengî xemilîn

Li gor daxuyaniya şaredariyê sporvanên li ku Taxên Seyrantepe, Horzûm û Mustafacika ser Karakopruyê ne hatin bal hev piştî temamkirina amadehiyan xwe berî valahiyê dan.

Asîmanên Şanlıurfayê bi paraşûtên reng rengî xemilîn

 Li Karakopruya navçeya Şanlıurfayê paraşûtbazên berpalê cara ewil xwe berî valahiyê dan.

Li gor daxuyaniya şaredariyê sporvanên li ku Taxên Seyrantepe, Horzûm û Mustafacika ser Karakopruyê ne hatin bal hev piştî temamkirina amadehiyan xwe berî valahiyê dan.

Şaredarê Karakopruyê Metîn Baydîllî li Taxa Seyrantepeyê çû serdana paraşûtbazên berpalê û bi wan ra sohbet kir.

Baydîllî diyar kir ku ji bo paraşûtbazên berpalê yên esmanên Şanlıurfayê bi paraşûtên xwe yên reng rengî xemilandin li navçeyê cihên bilind ên gelek bi kêr hene û wiha dewam kir: "Me dît ku Karakopru ji bo paraşûtbaziya berpalê cihekî hêja ye û li ser vê jî me vexwendî şand pey mamoste Soner Coşkun. Wî jî li Seyrantepeyê cihê herî bilind xwe berî valahiyê da û ji niha pê va bo ku Karakopru jî bikaribe ji vê îstifade bike em ê xebatên xwe zêdetir bikin. Ji bo ku ev spor zêdetir bê zanîn û eleqeya li ser navçeya me jî zêde bibe em ê hewl bidin. ji bo ciwanên me berê xwe bidin vê sporê em ê hewl bidin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE