Balık Gola li Ağrıyê werzişvanên flyboardê ezimand

Balık Gola ku li navçeya Taşliçayê her demsal ji geştiyarên xwemalî û biyanî xalî nabe

Balık Gola li Ağrıyê werzişvanên flyboardê ezimand

Balık Gola ku 2 hezar û 241 mêtro bilind e û li Herêma Rojhilatê ji bona ger û geştê dereke muhim e havîn û zivistan bala werzişvanan dikişîne.

Balık Gola ku li navçeya Taşliçayê ye bi tebîet, girav, masî û çûkên xwe balê dikişîne her demsal ji geştiyarên xwemalî û biyanî xalî nabe.

Li golê zivistanê werzişên ser cemedê û bincemedê tên kirin û mehên havînê jî werzişên jetskî, flyboard, soberî û noqavî tên kirin.

Werzişvanên ku li ser Balık Golê werzişa flyboardê kirin ji herêmê hez kirin.

Werzişvanan ji geştiyarên li herêmê kamp danîne û li ber welatiyên ku hatibûn sêra wan werzişa flyboardê kirin. Ekîba AAyê dîmenên wan bi FPV droneyê kişand.

Ji werzişvanên Werzişa Avê ya Alanyayê û şampiyonê flyboardê yê Tirkiyeyê Kahraman Aktaş daxuyanî da nûçegihanê û destnîşan kir ku berê jê ra behsa herêmê hatiye kirin û bala wî kişandiye.

Aktaş diyar kir tevî hevalên xwe kêfa wan ji herêmê ra hatiye û wiha got, "Tebîet, hewa û dîmenên li herêmê xweş in. Bi taybetî jî li ber dîmenên Çiyayê Agiriyê me werzişa flyboardê kir û ev zewqeke zehf xweş bû."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE