Barcelonayê 3 puan bi penaltiyê stand

Di 24emîn hefteya La Ligayê da Barcelonayê bi gola Messi ku ji penaltiyê avêt va Valladoild 1-0 têk bir

Barcelonayê 3 puan bi penaltiyê stand

Di 24emîn hefteya Lîga 1emîn a Fitbolê ya Îspanyayê (La Liga) da Barcelonaya pêşîkêş di maça ku li mala xwe leyîst da Valladolid 1-0 têk bir.

Lionel Messi di deqîqeya 43yemîn da ji penaltiyê gola Barcelonayê avêt. Bi vî awayî puanê Barcelonayê derket 54an.

Di La Ligayê da tîma Atletico Madrid ku li deplasmanê Rayo Vallencano 1-0 têk bir û puanê xwe derxist 47an, li dû tîma Katalan ciyê xwe wergirt. Di lîga Îspanyol da tîma Real Madridê ku pêşbirkeke wê kêm e û bi 45 puanî va di rêza sêyemîn da ye, dê li gorî dema Tirkiyeyê di saet 14.00an da li mala xwe dê Gironayê biezimîne.

AA

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 11:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE