Barcelonayê "El Clasico" di lîgê da jî qezenc kir

Di hefteya 26emîn a La Lîgayê da Barcelonayê Real Madrid li deplasmanê 1-0 têk bir

Barcelonayê "El Clasico" di lîgê da jî qezenc kir

Di hefteya 26emîn a Lîga Fitbolê ya 1emîn (La Liga) a Spaniyayê BarcelonaReal Madrid di deplasmanê da 1-0 têk bir.

Herdu tîm xêncî vê pêşbirkê di nîvefînala Kûpaya Qral da jî leyîstin. Ji ber ku di nav 4 rojan da cara duyemîn leyîstin di alema fitbolê da jê ra "El Clasico" (Klasîk) tê gotin û Barcelonayê di herdu pêşbirkan da jî qezenc kir.

Pêşbirk li Stada Santiago Bernabeu hat lîstin û Barcelona bi gola di deqîqeya 26em da bi Ivan Rakitic va avêt va pêşbirk qezenc kir.

Barcelonayê di La Ligayê da pûanê xwe derxist 60î û di rêza yekem da ye. Real Madridê jî bi 48 pûanî va di rêza 3yem da ye.

Barcelonayê di nîvefînala Kûpaya Qral da Real Madrid 3-0 têk biribû.

Barcelonayê vê sezonê 4 caran bi Real Madridê ra leyîst û 3 caran bi ser ker, carekê beranber ma.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 12:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE