Barcelonayê lîdertî ji destê xwe kir

Barcelona li deplasmanê bi Valenciayê ra 1-1 beranber ma û pûanek hilda û lîdertî jî ji destê xwe kir û da Sevillayê

Barcelonayê lîdertî ji destê xwe kir

Di hefteya 8emîn a Lîga Fitbolê ya 1emîn a Spaniyayê (La Lîga) da Barcelona di deplasmanê da bi Valenciayê ra 1-1 beranber ma.

Pêşbirk li Stada Mestallayê hat lîstin û Valenciayê di deqîqeya 2yem da bi gola Ezequiel Garay va 1-0 da pêşiyê

Barcelonayê jî di deqîqeya 23yem da bi gola Lionel Messi va skor kir 1-1 û nîvê ewil beranber kuta bû.

Di nîvê duyem da tu gol nehatin avêtin û pêşbirk beranber xelas bû.

Barcelona 4 pêşbirk in ku bi ser nakeve û bi vê skorê va pûanê wê bû 15 û lîdertî ji destê xwe kir û da Sevillayê.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE