Talat Terîmê bavê Fatîh Terîmê Rahênerê Galatasarayê li Edeneyê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin wefat kir.
Talat Terîm 94 salî bû û ev demek bû li Nexweşxaneya Acibademê ya Edeneyê dihat dermankirin.
Malbata Terîm ji ber mirinê gelekî xemgîn bû.
Fatîh Terîmê Rahênerê Galatasarayê di 2yê sibatê roja şemiyê piştî pêşbirka Aytemîz Alanyaspor-Galatasarayê hatibû Edeneyê û bavê xwe ziyaret kiribû.
- Galatasarayê peyama serxweşiyê weşand
Tîma Galatasarayê ji ber mirina Talat Terîm peyama serxweşiyê weşand. Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Em îro ji ber xebera mirina Talat Terîmê bavê Fatîh Terîm gelekî xemgîn bûn. Xwedê rehma xwe lê bike. Serê Fatîh Terîm û hemû malbata wî sax be. Xwedê sebrê bide."
AA