Bayern Munîh Barcelona têk bir û derkete nîvefînalê

Di fînala çaryek a UEFAya Lîga Şampiyonan da Bayern Munîhê 8-2 ji Barcelonayê bir û derkete tura ser.

Bayern Munîh Barcelona têk bir û derkete nîvefînalê

Di fînala çaryek a UEFAya Lîga Şampiyonan da Bayern Munîhê 8-2 ji Barcelonayê bir û derkete tura ser.

Di pêşbirka fînala çaryek a turnuvaya herî mezin a fitbola Ewropayê da Barcelonaya nûnera Îspanyayê û Bayern Munîha nûnera Almanyayê li Lîzbona paytextê Portekizê derketin hemberî hev.

Di pêşbirka li Stada Luzê ya 65 hezar kesî hat lîstin da di deqîqeya 4an da Thomas Muller golek avêt û Bayern Munîh 1-0 li pêşiyê ket.

Jordî Albayê gogvanê Barcelonayê hat golê biavêje Bayern Munîhê Davîd Alaba xwest ku gogê ji qeleya xwe dûr bixe lêbelê gog çû qeleyî wan û Bayern Munîh û Barcelona 1-1 berambere bûn.

Di deqîqeya 21î da Ivan Perisic gol avêt u Bayern Munîh 2-1 pêş ket.

6 deqîqe şûnda Serge Gnabry golek avêt bû encam bû 3-1

Bayern Munîhê di deqîqeya 31î da goleke din jî avêt û 4-1 pêş ket.

Nîva ewil Bayern Munîhê li hemberî Barcelonayê 4-1 li pêşiyê xilas kir.

- Gol barandin

Di deqîqeya 57an da Luîs Suarezê gogvanê Barcelonayê golek avêt û encam bû 4-2

Di deqîqeya 63yan da Alphonso Davîesê 19 salî pas da Joshuta Kîmmîch û Kîmmîch golek avêt bayern Mubîh 5-2 pêş ket.

Barcelonaya di sala 1976an da li hemberî Levskî Sofyayê 5-4 têk çûbû û ji wê rojê vir da di kupaya Ewropayê da cara ewil di qeleya xwe da 5 gol dît.

Di deqîqeya 82yan da Robert Lewandowski bi qafê xwe va golek avêt û encam bû 6-2.

Di deqîqeya 75an da Coutinho gogvanê ji Brezîlyayê kete lîstikê û di deqîqeyên 85 û 89an da du gol avêtin û Bayern Munîhê li hemberî Barceloyaê pêşbirk 8-2 qezenc kir.

Di dîroka pêşbirkên bijartinê yên Lîga Şampiyonan da cara ewil Bayern Munîhê 8 gol avêtin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE