Di Lîga Fitbolê ya Almanyayê (Bundeslîga) da Bayern Munîhê 1-0 ji Werder Bremenê bir 2 hefte beriya xilasbûna lîgê şampiyontiya xwe îlan kir.
Bayern Munîha lîder di hefteya 32yan a Bundeslîgayê da li Stada Weserê bû mêvanê Werder Bremenê.
Di dedîqeya 43yan da Robert Lewandowskî golek avêt û Bayenr Munîhê nîva ewil 1-0 xilas kir.
Werder Bremenê di nîva duyan da ji pozisyonê îstifade nekir li ser vê ekîba Bavyerayê 1-0 pêşbirk qezenc kir.
Bi vê pêşbirkê va Bayern Munîhê puanê xwe derxist 76an û 2 hefte beriya xilasbûna lîgê şampiyontiya xwe îlan kir.
Wekî mayîn Paderborê li deplasmanê li hemberî Unîon Berlînê 1-0 da der.
AA