Tîma futbolê ya Tirkiyê, di lîga neteweyiyan de wê pêşbirka xwe ya sêyem bilîze.
Tîma bi heyv û stêrk wê li deplasmanê bi Rusyayê re bê hemberî hev.
Tirkiye, di koma 2yem a lîga Byê de li Trabzonê di pêşbirka xwe ya ewil de 2 û 1 têk çûbû.
Pişt re jî Swêd 3 û 2 têk biribû. Bi vê awayê di koma xwe de bi 3 puanan di rêza duyem de cih digire.
Reqîbê me Rusya hî bi 4 puanan di rêza ewil de cih digire.
Tîma neteweyî dixwaze bi ser bikeve û lîderiyê bi dest bixe.
Herdu tîm îsal beriya kûpaya cîhanê di pêşbirka amadehiyê de hatibûn hemberî hevdu.
Pêşbirka ku li Rusyayê hatibû lîstin 1 û 1 berambere mabû.
Mehmet Topal û Îrfan Can Kahvecî ji ber seqetiyên xwe ji kadroya tîma neteweyî hat derxistin. Herdu futbolîs wê di pêşbirkê de nikaribin bilîzin.
Pêşbirka Rusya û Tirkiyê saet di 7an de ji TRT 1ê wê bi weşana zindî bê weşandin.
Dadwerê pêşbirkê ji Polonyayê Pawel Raçkowskî ye.