Piştî navberdayina tîma neteweyî kelecana lîgê cihê ku maye dewam dike. Galatasaray di hefteya 4em de dibe mêvanê Trabzonsporê.
Tîma zer û sor beriya pêşbirka dijwar li tesîsên Metin Oktay yê floryayê amadehiyên xwe didomîne.
İdmana ku bi pasên lezê dest pê kir, bi futbolîsên ciwan re pêşbirkek jî hat eli darxistin.
Mustafa Muhammedê ku ji tîma neteweyî ya misirê vegeriya bi tena sere xwe xebitî.
Li aliye din Barış Alper Yılmazê ku seqet bibû, dê were emelet kirin.
Li tîma trabzonsporê jî amadehiyên pêşbirka galatasarayê didome.
Antrenmana ku di bin rahêneriya Abdullah Avcı de li tesîsên Mehmet Ali Yılmaz hat kirin, bi pasên koordinasyonê dewam dike.
Di dema dawî ya antrenmanê de tûrnûwa hat eli darxistin.
Dorukhan Toköz, Bruno Peres, Anders û Gervinho tedawîya wan didome û ji tîmê cihê şixulîn.