Tîma reş û spî di vê sezonê de derket 8 pêşbirkên Lîga Super a Spor Totoyê û 8 maçên Lîga Uefa Ewropayê.
Beşîktaş ji van pêşbirkan 15 wan de gol avêt.
Tîma reş û spî bi tevahî 32 gol avêt. Lêbelê di pêşbirka Malmöyê de li deplasmanê cara ewil bû ku gol neavêt.
Beşîktaş di vê sezonê de gelek gol jî xwar.
Tîma reş û spî ji 16 pêşbirkan bi tenê 5 maçan de gol nexwar û 16 gol jî ni qeleya xwe derxist.
Beşîktaş di lîga uefa ewropayê de 4 pêşbirkan de gol nexwar. Di lîga super a spor totoyê de jî bi tenê di maça Kayserîsporê de gol nexwar.
Tîma reş û spî li deplasmanê jî encamên ku dixwest bi dest nexist.
Beşîktaş bi tevahî derket 8 pêşbirkên deplasmanê û ji wan bi tenê 2 maç qezenc kir.
Beşîktaş di 2 pêşbirkan de pûan nestend û 4 maçan de jî beranbere ma.
Tîma reş û spî li deplasmanê B.Beledîye Erzurum têk bir û di lîga uefa ewropayê de dîsa li deplasmana Torşamê qezenc kir.
Dîroka nûkirinê: 11 Cotmeh 2018, 14:59