Umut Temelê 18 salî ji Qosera Mêrdînê ye. Bi saya atletîzmê ji tiryakê xilas bû. Umut di nav 4 salan de 50 madalya û 2 kupa qezenc kirin. Niha di tîma neteweyî ya atletîzmê de tevlî şampıyonayan dibe.
Sporvanê Neteweyî yê Atletîzmê Umut Temel ji Qosera Mêrdînê ye.
Beriya 4-5 salan ji ber tiryakê rewşa wî pir xirab bû.
Umut bi saya atletîzmê him ji tiryakê xilas bû, him jî bû sporvanekî serkeftî.
Di nav 4 salan de ket nav tîma neteweyî ya atletîzmê, 50 madalya û 2 kupa qezenc kirin.
Di 20ê Nîsanê de li Yewnanistanê Şampiyonaya Balkanan heye. Umut niha ji bo wê şampiyonayê bênavber dixebite.