Bi sedan welatî li "Diyardokya"ya Çermikê geriyan 

Li Çermûgê ji aliyê Wezareta Spor û Ciwaniyê û walîtî û şaredariya Diyarbekirê çalakiya werzişên siruştî hat lidarxistin. 

Bi sedan welatî li "Diyardokya"ya Çermikê geriyan 

Ji aliyê Wezareta Spor û Ciwaniyê û Walîtî û Şaredariya Diyarbekirê li Çermûgê bernameyeke gerûgeşta siruştê hat lidarxistin. di bernameyê de  werzîşên weke raftîng, rapelikîna teht û zinaran û meşa li nav zinarên balkêş hebû. tiştê herî zêde bal kişand ser xwe jî zinarên mîna zinarên kapadokyayê bûn. 

Li Çermûgê ji aliyê Wezareta Spor û Ciwaniyê û walîtî û şaredariya Diyarbekirê çalakiya werzişên siruştî hat lidarxistin. 

Ji çar aliyê welêt werzişkar û siruşthez li Çermûgê beşdarî vê meşa siruştê bûn. 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglû bal kişand ser keşfkirina cihên dîrokî, siruştî û got ev der Diyardokya ye. 

Beriya meşa dûvdirêj li ser çem raftîng hat kirin paşê jî li bin zinarên bilind govend hat gerandin. 

Welatî ji bo zinarên mîna zinarên Kapadokyayê bibînin 6 kîlometre rê meşiyan. 

Geştiyar bûn heyranê zinarên bilind û menzereyê. 

Ji bilî werzişkar û welatiyan siyasetmedar û burokrat jî beşdarî çalakiya siruştê bûn. 

Li newala Çemê Sînekê jî rapelikîna teht û zinarên bilind hebû. Di dema werzîsan de carna qezayên biçûk jî qewimîn. 

Piştî bernameyê werzişkarên ketin dereceyê xelat standin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE