Li Şirnexê keçikeke jêhatî heye ku di tenîsê de gelekî serkeftî ye. Tevî astengiyên li pêşiya wê ew ê niha tevlî turnûvayên navneteweyî bibe.
Zeliha Aksaka 15 salî li Şirnex ligel malbata xwe dijî.
Bi pêşniyaza mamosteyê xwe bala xwe da tenîsê û di vê mijarê de bi ser ket.
Niha di pandemiyê de ji malê dernakeve û antremanan jî li malê dike.
Ji ber ku lingên wê wekî hev ne dirêj in li ser kursiyên biteker tenîsê dileyîze û gelek reqîbên xwe têk birin.
Niha Zeliha wê beşdarî turnûvayên navneteweyî jî bibe. Lîstikvana jêhatî dixwaze di turnûvaya navneteweyî de bibe yekem.