Bi Vanvîvorê têra xwe kêf kirin

Ji bo ciwan ji stresê dûr bin û wexteke xweş derbas bikin parkurên wekî survîvorê amade kirin.

Bi Vanvîvorê têra xwe kêf kirin

Li Wanê ji bo ciwanan çalakiyeke balkêş a bi navê Vanvîvorê hat lidarxistin.. 46 tîman di parkûra survivorê de bi lîstik û pêşbaziyên cûrbicûr stres avêtin û bi dilê xwe kêf kirin.

Ev der perava Gola Wanê ye…

Ji bo ciwanan ji tekerên wesayîtan, heya kaseyên sebze û mêweyan û topan qadeke pêşbaziya bi navê Vanvîvorê amade kirin.

Paşê jî ciwan kom bi kom ketin pêşbaziyan û li ber xwe dan.

Zanîngeha Wanê ji bo ku ciwan bi hev re wexteke xweş derbas bikin qadeke pêşbaziyên wekî yên survîvorê amade kir.

46 tîman li ber xwe dan. “Koma Cennetê” pêşbazî bi serkeftî xilas kir û xelat wergirt.

Her wiha Rektorê Zanîngeha Wan Yüzüncü Yılê Prof. Dr. Hamdullah Şevli, cîgirşaredarê Wanê û Qeymeqamê Îpekyolê jî hatin û li pêşbaziyê temaşe kirin.

Ciwanên ku ketin pêşbaziyan, him bi lîstikên cûrbicûr kêf kirin him jî bi govendê roja xwe bi dawî kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE