Boksorên ji Wanê 4 madelya qezenc kirin

Boksorên Wanî di Şampiyoniya Boksê ya Stêrkên Tirkiyeyê da 4 medalya qezenc kirin...

Boksorên ji Wanê 4 madelya qezenc kirin

 Boksorên Wanî di Şampiyoniya Boksê ya Stêrkên Tirkiyeyê da 4 medalya qezenc kirin. 

Li gor daxuyaniya ku Midûriyeta Xizmetên Ciwaniyê û Sporê ya Bajêr hat dayîn, ji 51 bajêran 490 werzişkar beşdarî şampiyonayê li Marmarîsê bûn. 

Di şampiyonayê da ji tîma boksê ya Wanê di 54 kîloyê da Yakut Yilmaz bû sêyemînê Tirkiyeyê.

Di 63 kîloyê da Hamza Aslan, di 80 kiloyê da Seyît Ahmet Gevaş û di 52 kîloyê da Ozgür Kaya jî bûn çaremînên Tirkiyeyê. 

Antrenorê Ayhan Oz daxuyaniyek da û ji ber serkeftina werzişkaran spasiya wan kir û wiha got:

"Em li ser navê Wanê bi 6 werzişkaran beşdarî şampiyonayê bûn. Ev 6 sal bû ji bo vê şampiyonayê amadehî dikirin. Em ji ber van xelatan gelekî kêfxweş bûn."AA

Dîroka nûkirinê: 27 Adar 2019, 17:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE