Li Kozana Edeneyê Şampiyonaya Boksê ya Ciwanan hat lidarxistin. Di şampiyonayê de 900 sporvanan li ber xwe da. Boksorê jêhatî Ahmet Pekelê Wanî jî di klasmana xwe de bû şampiyon û madalya bir Wanê.
Şampiyonaya boksê ya Tirkiyeyê ya Ciwanan li Kozana Edeneyê hat kirin.
Ji çar aliyên Tirkiyê sporvan hatin Kozana Edeneyê.
900 boksorên jêhatî ji bo qezenc bikin û tevlî tîma neteweyî bibin li ber xwe dan.
Ji Wanê Ehmed Pekel jî di sikleta xwe de bû şampiyon.
Sporvanê jêhatî Ehmed madalya qezanc kir û berê xwe da Wanê.
Sporvanên ku di encama şampiyoniyê de derece bi dest bixin wê di şampiyoniyên Awrûpayê de Tirkiyeyê temsîl bikin.