Brezîlya û Perû di fînalê de wê bên hemberî hev

Di fînala Kupaya Amerîkayê da Perûyê 3-0 Şilî têkbir û derket fînalê û bû reqîbê Brezilyayê

Brezîlya û Perû di fînalê de wê bên hemberî hev

Di nîvefînala Kupaya Amerîkayê da Perûyê 3-0 Şilî têk bir û derket fînalê.

Fînalistên Kupaya Amerîkayê ya ku ji hêla Konfederasyona Fitbolê ya Amerîkaya Başûr (CONMEBOL) tê organîzekirin eşkere bûn. Piştî Brezîlyayê fînalîstê duyemîn jî bû Perû.

Di pêşbirka ku li Stada Gremîoyê ya li Porto Alegreya bajarê Brezîlyayê hat lidarxistin da Perû û Şilî hatin hemberî hev.

Perûyê di deqîqeya 21ê ya pêşbirkê de bi gola Edîson Flores, di deqîqeya 38an de bi gola Yoshîmar Yotunya û di dedîqeya 90+1ê jî bi gola Paolo Guerrero ve 3 û 0 bi ser ket û derket fînalê.

Bi vê skorê di fînala 2019 Copa Amerîcayê de Perû û Brezîlya bûn reqîbên hev.

Pêşbirka di navbera her du tîman da 7ê tîrmehê roja yekeşemê li gor saeta Tirkiyeyê wê di 23.00an da dest pê bike.

Pêşbirk li TRT Sporê wê zindî were weşandin.

AA

Dîroka nûkirinê: 04 Tîrmeh 2019, 11:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE