Buyukekşî ji bo Serokatiya Federasyona Futbolê ya Türkiyeyê bû namzed

Mehmet Buyukekşî ji bo Serokatiya Federasyona Futbolê ya Türkiyeyê bû namzed

Buyukekşî ji bo Serokatiya Federasyona Futbolê ya Türkiyeyê bû namzed

Serokê berê yê Kluba Futbolê ya Gazîentabê Mehmet Buyukekşî daxuyand ew ji bo Serokatiya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) bû namzed.

Mehmet Buyukekşî daxuyand wî piştî şêwra bi kesên futbolê ra eleqedar in vê biryarê daye.

Buyukekşî anî ziman ew girîngiyê dide fikrê serokên kulûban û wiha axivî: "Di vê çarçoveyê da me bi gelek klubên me ra û kesên bi futbolê ra eleqedar dibin ra hevdîtinan kir. Piştî van hevdîtinan min dît ku serokên klubên me jî ji bo çareseriya gelek mijarên wek kêmbûna îmajê ya futbola Tirkan dixwazin ez bibim namzed. Ez eşkere dikim ku ji îro pê va di hilbijartinên Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê da ez jî namzed im."

Buyukekşî got bila namzediya wî ji bo alema futbolê li ser xêrê be.

Di TFFyê da piştî îstifaya serok Nîhat Ozdemir biryar hatibû dayîn ku di 16ê Hezîranê da lijneya giştî ya bihilbijartinî ya derasayî bicive.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE