Li Mûşê, ji aliyê Koma Bisqilêtê ya Zanîngeha Alparslanê bi navê “Ji Bo Jiyaneke Baş Li Bisqilêtê Siwar Bibe” çalakiyek hat lidarxistin. Gelek xwendekarên ciwan di çalakiyê de ji bo tenduristiya xwe bisqilêt ajotin. Her wiha hin mamoste jî tevlî çalakiyê bûn.
Li Mûşê, Koma Bisqilêtê ya Zanîngeha Alparslanê ji bo tenduristiyê çalakiyan li dar dixe.
Koma Bisqilêtê herî dawî ji bo xwendekarên ciwan çalakiyek amade kir.
“Ji Bo Jiyaneke Baş Li Bisqilêtê Siwar Bibe” navê çalakiyê bû. Bi dehan xwendekarên ciwan ji bo tenduristiya xwe li bisqilêtê siwar bûn.
Rektor Prof. Dr. Fethi Ahmet Polat û hin akademisyen jî tevlî çalakiyê bûn.
Xwendekarên ciwan dixwazin her kes ji bo tenduristiyê sporê bike.
Xwendekar û mamosteyên wan di çalakiyê de seranserê 3 kîlometreyan bisqilêt ajotin.