Canpolat di Kick Boksê de bû duyemîna cihanê

Şeymanur Canpolat di Kick Boksê de bû duyemîna cihanê

Canpolat di Kick Boksê de bû duyemîna cihanê

Li Îtalyayê şampiyoniya kick boksê ya cihanê hat lidarxistin. Di wê pêşbirkê de şeymanura xwişka 5 zarokan sekeftineke mezin bi dest xist. Şeymaya ciwan di kick boksê de bû duyemîna cihanê û ji wir bi madalyaya zîv hat welêt.

Şeymanur Canpolata xwendekara Zanîngeha Înönüyê ya Meletiyê bi piştgiriya mamosteyên xwe tevlî pêşbirkên Kick Boksê bû.

Şeymanur di pêşbirka kick boksê ya li Antalyayê de bû yekemîna Tirkiyê.

Dûv re jî ji bo Şampiyoniya Kick Boksê ya Cihanê çû Îtalyayê.

Sporvana Ciwan di pêşbirkê de tekoşîneke mezin da û li dinyayê di kategirya kick bodsê de bû duyemîn.

Şeymanur Canpolat bi madalyeya zîv vegeriya welêt.

Canpolata ciwan bi eslê xwe ji Sêwazê ye û xwişka 5 zarokan e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE