Tûrnûvaya Tenîsê ya Navneteweyî ya Cûdî Cupê ku li Şirnexê hat lidarxistin, piştî lîstina misabaqayên fînalê kuta bû.
Di hîmayeya Wezareta Ciwanî û Sporê da bi piştgirî û kordînasyona Federasyona Tenîsê ya Tirkiyeyê (TTF) û piştevaniya Walîtî, şaredarî û Zanîngeha Şirnexê organîzasyonê di 16ê gulanê da li kampusa zanîngehê dest pê kir. Di çarçoveya organîzasyonê da jin û mêran fînal leyîst.
Alîkarê Wezîrê Karên Derva û Serokê Yekîtiya Ewropayê Balyoz Faruk Kaymakci, Alîkarê Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Enver Îskurt jî pêşbirkên fînalê temaşe kirin.
Alîkarên Wezîran Kaymakci û Îskurt der heqê misabaqayan da ji Walî Osman Bîlgîn û Serokê Federasyona Tenîsê ya Tirkiyeyê Cengiz Durmuş agahî stand.
Di mêran da Omar Hfaiedhê Tûnisî û di jinan da jî Eva Koryshevaya Qazax bû yekemîn.
Kaymakci di merasima kupa û madalyonan da axivî û spasiya kedkarên turnuvayê kir.
Piştî axaftinan madalyon û kupayên werzişvanên ku bi ser ketin, hatin dayîn.
Şaredar Mehmet Yarka, Rektorê Zanîngeha Şirnexê Prof. Dr. Emîn Erkan, Midûrê Ciwanî û Sporê yê Bajêr Abdullah Ayar û Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Cemal Dalman jî beşdarî bernameyê bûn.AA