Cûdî Cupa tûrnûvaya tenîsê ya navneteweyî ya ewil a Şirnexê dest pê kir

Tûrnûva wê heta 22yê gulanê dewam bike û ji Tirkiye, Rûsya, Lîtvanya, Qazaxistan, Tûnis, Polonya, Îran, Gurcistan û Îngiltereyê ji 14 salî kêmtir 37 jê keç 81 werzişvan beşdar bûn.

Cûdî Cupa tûrnûvaya tenîsê ya navneteweyî ya ewil a Şirnexê dest pê kir

Tûrnûvaya Tenîsê ya Navneteweyî ya Cûdî Cupê ku li Şirnexê hat lidarxistin, dest pê kir.

Di hîmayeya Wezareta Ciwanî û Sporê da bi piştgirî û kordînasyona Federasyona Tenîsê ya Tirkiyeyê (TTF) û piştevaniya Walîtî, şaredarî û Zanîngeha Şirnexê organîzasyonê li kampusa zanîngehê dest pê kir. Organîzasyon li bajêr tûrnûvaya tenîsê ya navnetweyî ya ewil e.

Tûrnûva wê heta 22yê gulanê dewam bike û ji Tirkiye, Rûsya, Lîtvanya, Qazaxistan, Tûnis, Polonya, Îran, Gurcistan û Îngiltereyê ji 14 salî kêmtir 37 jê keç 81 werzişvan beşdar bûn.

Serokê Federasyonê ya Tenîsê ya Tirkiyeyê Cengiz Durmuş daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, wan wekî federasyon bi taybetî li gor polîtîkaya di nav gel da belakirina sporê ya Wezareta Ciwanî û Sporê proje çêkirin.

Durmuş diyar kir, wan par li Şirnexê tûrnûvayeke neteweyî li dar xist û wiha dewam kir, "Em li vê derê tûrnûvayeke pir xweş li dar dixin. Şirnex bi kelecan e, em jî bi kelecan in. Federasyon cara ewil li vê derê tûrnûvayeke navnetweyî li dar dixe. Çavê hemû dinyayê li ser me ye. Şirnex serkeftî bû. Înşeallah em projeyên xweşiktir li dar bixin."

Konstantine Sharvashidze (14) ji Gurcistanê beşdarî tûrnûvayê bû û diyar kir, ew berî niha hatibû Antalyayê û wî gelekî ji wê derê hez kir.

Sharvashidze wiha xeberda, "Li Gurcistanê di tenîsê da bûm yekemîn. Ez dixwazim bibim werzişvanê profesyonel. Ez dixwazim li vê derê jî bibim yekemîn."

Paşê di tûrnûvayê da misabeqeyan dest pê kir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE