Li Mûşê bi hevkariya federasyona çiyageriyê ya tirkiyê û midûriya bajêr a ciwanî û sporê perwerdeya kaşûna çiyê tê dayîn. 16 sporvanên ku li ber destê antrenorên pispor perwerdeyê dibînin ji bo olîmpiyatên zivistanê yên 2026an haziriyê dikin.
Di olîmpiyatên zivistanê yên 2026an de wê cara ewil beşa kaşûna çiyê jî hebe.
Ji bo haziriya vê sporê ji aliyê Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyê û Midûriya Ciwanî û Sporê ya Mûşê kamp hat lidarxistin.
Kampa kaşûna çiyê ya ku li Mûşê dest pê kir wê 5 rojan dewam bike.
Di kampê de bi piranî ciwan tên perwerdekirin.
16 sporvan ligel 2 rahêneran hînî kaşûna çiyê dibin.
Perwerde li navenda kaşûnê ya Güzeldağê tê kirin.
Ciwanên ku ji bo olîmpiyatên 2026an amadehiyê dikin di kampê de bê navber dixebitin.