Gola nazikê li xelata Bitlisê ye. Bi hatina zivistanê re ji ber sir û seqemê rûyê golê cemed girt. Ciwanan jî li ser cemedê futbol lîst.
Gola Nazikê li Xelata Bitlisê ye. Gel havîne masiyên golê digire û bi vî awayî debara xwe dike.
Lê zivistanan ji ber sir û seqemê rûyê golê cemed digire.
Ciwanan li ser Gola Nazikê futbol lîst û bi têra dilê xwe kêf kirin.
Cemeda li ser golê bi qasî 20 santîmî ye. Ji bo vê yekê ciwan bi rehetî li ser golê dilîzin.