Ciwanên Bidlîsî eleqeyeke mezin nîşanî perwerdeya tîrbaziyê dan

Li Xelata navçeya Bidlîsê ciwanan eleqeyeke mezin nîşanî perwerdeya tîrbaziyê ya ku bi destê Weqfa Tîrbazan hat dayîn dan.

Ciwanên Bidlîsî eleqeyeke mezin nîşanî perwerdeya tîrbaziyê dan

Li Xelata navçeya Bidlîsê ciwanan eleqeyeke mezin nîşanî perwerdeya tîrbaziyê ya ku bi destê Weqfa Tîrbazan hat dayîn dan.

Yakup Dînçê Perwerdekarê Tîrbaziya Trikan a Weqfa Tîrbazan a Stenbolê li Qada Mesîreyê ya Çarhoyê perwerdeya tîrbaziyê da û 30 ciwan tevlî perwerdeyê bûn.

Dînç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku ciwan eleqeyê nîşanî spora tîrbaziyê didin zehf kêxweş dibin.

Dînç diyar kir ku 5 rojan di rojê da 3 saetan perwerdeyê didin ciwanan û wiha pê da çû: "Qasî ku ez dibînim ciwan ji vê sporê hez dikin. Ji bo ku xwe pêş bixin jî dersê dibînin. Me ji bo kesên dixebitin kura êvarê vekir û eleqeyeke mezin dît.

Dînç bal kişand ser girîngiya siwarbûna hespan, atolyeyê, naskirina amûran, dîroka tîrbaziyê û tesîrên wê û got ku di van mijaran da agahiyan didin beşdaran.

Dînç wiha axivî: "Wekî Weqfa Tîrbazan ji ku derê gazî me dikin em diçin organîzasyonên wan. Çiqasî ji destê me tê em daxwazan dinirxînin. Em ji bo perwerdeyê diçin dervayê welat jî. Hin caran jî ji wan deran tên vê derê."

Bulent Akarsuyê Serokê Kuluba Sporê ya Tîrbazan a Seçuqiyan ya Xelatê jî got ku beşdarî perwerdeya tîrbaziyê dibin, perwerde kêrî wan tên û diyar kir ku dixwazin beşdarî çalakiyên Serfiraziya Miazgirê ya 1071ê bibin.

Burak Albayrakê Serokê Kuluba Tîrbazan a Kayiyan ya Xelatê jî bal kişand ser girîngiya pîrozbahiyên Serfiraziya Milazgirê yên li Xelatê û got çi ji destê wan tê ew ê bikin.AA

Dîroka nûkirinê: 31 Tîrmeh 2018, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE