Li Orduyê pêşbaziyên Federasyona Kickboskê ya Tirkiyê hatin kirin. Tîma Wanê jî li Orduyê beşdarî tûrnûvayê bû. Sporvanên jêhatî bi 13 madalyayan vegeriyan bajarê xwe.
Tûrnûvaya îsal a Federasyona Kickboksê ya Tirkiyê li bajarê Orduyê hat lidarxistin.
Tîma Wanê jî li Orduyê beşdarî pêşbaziyan bû.
Ji tîma Wanê 13 sporvanan madalya qezanc kirin. Ji tîmê 5 sporvan bûn şompiyonên Tirkiyê û 8 sporvan jî di rêzên 2yem û 3yemîn de cih girtin.
Şampiyonên Tirkiyê dixwazin rayedar û karsaz alîkariya wan bikin û ew jî beşdarî şampiyonaya cihanê bibin.
Ciwanên jêhatî niha wê ji bo musabeqa û pêşbaziyên navneteweyî hewl bidin.