Çiyager dest bi gerê dikin

Komên çiyageran bi normalbûnê re berê xwe dan Çiyayê Tekeltiyê...

Çiyager dest bi gerê dikin

Her sal gelek çiyager ji bo ku hilkişin Çiyayê Tekeltiyê berê xwe didin Îdirê. Îsal ji ber şewba vîrûsa koronayê sezon derneg vebû. Piştî pêvajoya normalbûnê çiyager tên bajêr.

Çiyayê Tekeltiyê li Qulpa Îdirê ye, bilindiya wê 2 hezar û 550 metre ye. Ji bo vê yekê bala çiyageran dikşîne.

Ji ber şewba vîrûsa koronayê ev sê meh in hilikişîna çiyageran hatibû qedexekirin.

Bi heyama asayîbûnê re komên çiyageran jî berê xwe dan Çiyayê Tekeltiyê.

Çiyager piştî 3 saetan hilkişiyan serê Çiyayê Tekeltiyê.

Çiyager dibêjin ev der ji bo hilkişînê cihekî bêhempa ye, divê kesên ku bi spora çiyageriyê re mijûl dibin teqez werin vê derê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE