Çiyager hilpasî Çiyayê Nemrûdê bûn

Li Adiyemanê germahiya hewayê di binê sifirê da 22 pile bû û 4 çiyager di nav berf û bagerê da hilpasî Çiyayê Nemrûdê bûn.

Çiyager hilpasî Çiyayê Nemrûdê bûn

Di daxuyaniya Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ya Bajêr da hat diyarkirin ku Mehmet Kuçukkelepçeyê Nûnerê Adiyemanê yê Federasyona Çiyayageriyê û Hakan Sapduzen, Necmettîn Nur û Mehmet Alî Yilmazê ji werzişvanên Kuluba Çiyageriyê ya Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ya Bajêr di nav berf û bagerê da hilpasî Çiyayê Nemrûdê bûn û germahiya hewayê jî di binê sifirê da 22 pile bû.

Çiyager piştî hilpasbûna 7 saetan dewam kir gihîştin lûtika çiyê, li vê derê wêneyên peykerên bi berfê hatibûn girtin kişandin.

Fîkret Keleşê Midûrê Spor û Ciwaniyê yê Bajêr di daxuyaniya xwe da diyar kir ku werzişvanên wan ên çiyageriyê her sal hilpasî Çiyayê Nemrûdê yê bilindahiya wê 2 hezar û 206 mêtre ye dibin.

Keleş destnîşan kir ku çiyageran ji gundê Qeredutê dest bi meşê kirin û şeva xwe li lûtkeya çiyê derbas kirin û wiha pê da çû:

"Çiyager di nav berf û bagerê da hilpasî çiyê bûn, şeva xwe li çiyê derbas kirin û germahiya hewayê jî di binê sifirê da 22 pile. Ji ber ku tevkarî dan çiya ji bo turîzma zivistanê jî were bikaranîn ji wan ra sipas dikim. Em wekî midûriyeta bajêr ji bo pêşketina werzişa çiyageriyê her tim piştgiriyê didin. Armanca me ew e ku bi tevkariya çiyagerên me çiya ji bo turîzma zivistanê were vekirin. Ji bo danasîna sporên zivistanê yên li Çiyayê Nemrûdê bû hilpasbûneke zehf baş."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE