Komeke endamên Komeleya Çiyagerî û Werzişên Xwezayê ya Gol û Cemedên Cîlo Satê (CÎSAD) hilkişiyan serê çiya.
Li gorî daxuyaniya komeleyê, tevî Nûnerê Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê (TDF) yê Parêzgeha Hekariyê Naci Ertunç, 5 çiyager û endamên lijneya rêvebirina komeleyê hilkişiyan serê çiyayê ku raqima wê 3 hezar e.
Ertunç diyar kir ku li herêmê parkurên dijwar û bedew hene û wiha got, "Herêmeke wiha ye ku hemû çiyager dê bixwazin biçin. Armanca me ew e ku em vê derê bi çiyageran bidin naskirin."
AA