Courtoîs êdî qeleparêzê Real Madrîdê ye

Real Madrîda ji taximên Lîga Fitbolê ya 1ê ya Îspanyayê Thibaut Courtoîs qeleparêzê Chelseayê transferî tîma xwe kir.

Courtoîs êdî qeleparêzê Real Madrîdê ye

Real Madrîda ji taximên Lîga Fitbolê ya 1ê ya Îspanyayê Thibaut Courtoîs qeleparêzê Chelseayê transferî tîma xwe kir.

Di daxuyaniya kulubê da hat diyarkirin ku di mijara bonservîsa Courtoîs da bi Chelseayê ra li hev kirin û piştî qeleparêzê welatiyê Belçikayê ji kontrola tenduristiyê derbas bikin jî ew ê peymana ji bo 6 salan îmze bikin.

Chelseayê jî diyar kir ku Mateo Kovacicê Xirwat ê gogbazê Real Madrîdê ji bo sezonekê kirê kir.

Li gor xeberên di çapemeniya Îspanyayê da hatin weşandin, Real Madrîd ew ê ji bo Courtoîsê 26 salî 35 milyon ewro heqê bonservîsê bide Chelseayê.

Thibaut Courtoisê qeleparêziya Taxima Neteweyî ya Belçikayê dike di 154 pêşbirkên Chelseayê da lîst û di 58 pêşbirkan da gol nexwar bi tevahî jî 152 gol xwarin.

 


AA

Dîroka nûkirinê: 09 Tebax 2018, 11:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE