Di hefteya 33yan a Lîga Super a Spor Totoyê da 19ê gulanê roja yekşemê Galatasaray û Medîpol Başakşehir ew ê derkevin hemberî hev û hakemê pêşbirkê jî Cuneyt Çakir e.
Li gor daxuyaniya ji Lijneya Hakeman a Navendî ya Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê hat dayîn, pêşbirkê di saet 19.00an da li Stada Turk Telekomê were lîstin ji bo alîkariya Çakir jî Bahattîn Duran û Tarik Ongun hatin wezifedarkirin.
Di vê pêşbirkê da kîjan taxim qezenc bike ew ê bigihîje şampiyontiyê û wekî hakemê 4an jî Halîl UMut Meler ewê wezifeyê bike.
AA