Cîzre Belediyespor ji bo hedefa beşdariya Kupaya Challengeê dixebite

Cîzre Belediyespor ya ku di sala xwe ya ewil a Lîga Efelerê da di maça 5-8an da 6emîntî garantî kir û mafê beşdariya kupayên Ewropayê bi dest xist, bû rûmeta navçeyê.

Cîzre Belediyespor ji bo hedefa beşdariya Kupaya Challengeê dixebite

Allpower Aku Cîzre Belediyespor ku Lîga Voleybol AXA Sigorta Efelerê wekî 8emîn xilas kir û di etaba play-off 5-8an da Spor Toto di herdu maçan da jî têk bir, bi hedefa beşdariya Kupaya Challengeê va xebatên xwe didomîne.

Cîzre Belediyespor ya ku di sala xwe ya ewil a Lîga Efelerê da di maça 5-8an da 6emîntî garantî kir û mafê beşdariya kupayên Ewropayê bi dest xist, bû rûmeta navçeyê.

Tîm amadekariyên milmilaneya 5emîntiya ku dê bi Galatasaray HDI Sigortayê ra bilîze di Salona Sporê ya Midûriyeta Ewlekariya Navçeya Cîzreyê da dike. Armanca tîmê ew e ku di vê milmilaneyê da hevrikê xwe têk bibe û wekî 5emîn beşdarî Kupaya Challengeê bibe.

Endamê Lijneya Rêveberiyê û Berdevkê Çapemeniyê yê Cîzre Belediyesporê Beşîr Guzel diyar kir ku tîmê di maçên dawîn da performanseke serkeftî nîşan da û bilêta Ewropayê wergirt.

Guzel destnîşan kir, Cîzre Belediyesporê di Lîga Efeyan da îsal mafê beşdariya kupayên Ewropayê bi dest xist ku di dîroka voleybolê da li herêmê tu tîmê ev serkeftin bi dest nexistiye.

Guzel wiha axivî, "Tîma me niha dê ji bo 5emîntiyê têbikoşe. Înşelah dê bi ser bikevin. Em ê tîmên Ewropayê li Cîzreyê biezimînin. Ev ji bo danasîna bajarê me pir girîng e."

Antrenor Behmen Civildak jî got ku wan bi budceyeke piçûk va tîmên budcemezintir li dû xwe hiştin û serkeftin bi dest xistin û wiha dewam kir:

"Me bi bernameya xebatê ya rêkûpêk va tîm derxist vê rojê. Em serbilind in. Ez rêveberiya me, kadroya me ya tekînîkî û lîstikvanên me pîroz dikim. Înşelah ev serkeftin dê bi salan bidome."

Lîstikvan Umut Demir jî bal kişand, wan bi têkoşîna xwe va mafê beşdariya kupayên Ewropayê bi dest xist û wiha got, "Têkoşîna me dê bidome da ku tîma me derkeve astên baştir."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE