Serokê Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (TFF) Yildirim Demiroren ji wezîfeya xwe îstifa kir.
Demiroren di daxuyaniya xwe ya ku li ser malpera înternetê ya TFFyê hat weşandin da wiha got:
"Ez ji 26ê sibata 2012an vir va serokatiya Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê dikim. Ji ber ku Îdiaa, misli.com derbasî Demiroren Holdîngê bû û dewrkirina peymanan ji aliyê qanûnî va kuta bû, ez ji vê wezîfeya xwe îstifa dikim. Ji ber ku ev wezîfeya neteweyî di raya giştî ya Tirkiye û dinyayê da neyê nîqaşkirin, min ev biryar da. Ji bo piştgirî û pêbaweriyê ez spasiya Birêz Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan dikim. Her wiha spasiya hemû Wezîrên Sporê yên ku em bi hev ra xebitîn, endamên rêvebiriya Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê û hemû heval û hogirên ku di lijneyan da wezîfe kirin, dikim." AA