Derbiya beşiktaş û galatasarayê

Derbiya Beşîktaş û Galatasarayê di 22ê tebaxa 1924an de li qada Taqsîmê dest pê kir...

Derbiya beşiktaş û galatasarayê

Derbiya Beşîktaş û Galatasarayê di 22ê tebaxa 1924an de li qada Taqsîmê dest pê kir.

Pêşbirka ewil Beşîktaşê 2 û 0 qezenc kir...

Li ser navê tîma reş û spîyê gola ewil Refîk Top avêt û derbasî dîroka derbiye bû.

Di nav herdu tîman de pêşbirka herî bi gol di 30 hezîrana 1940an de hat lîstin.

Bi tevahî 11 gol hat avêtin û Galatasarayê pêşbirk 9-2 qezenc kir.

Ji Galatasarayê Gûndûz Kiliç jî di vê pêşbirkê de 5 gol avêt û derbasî dîrokê bû.

Futbolîsê efsanevî, bû futbolîsê ku di derbiyan de herî zêde gol avêtiye.

Beşîktaş û Galatasarayê demek eli hemberî hevdu serkeftinan bi dest nexistin. Tîma reş û spiyê di navbera salên 30ê adara 1975an û 16ê îlona 1979an de li hemberî Galatasarayê tu pêşbirk qezenc nekir.

Tîma zer û sor jî di navbera salên 20 mijdara 1931an û 21ê hezîrana 1936an de di 15 pêşbirkan de li hemberî Beşîktaşê qezenc nekir.

Di derbiya Beşîktaş û Galatasarayê de futbolîsê tîma reş û spiyê Şeref Görkey herî zêde forme li xwe kiriye.

Futbolîsê efsanevî, bi formeya Beşîktaşê 63 caran li hemberî Galatasarayê forme li xwe kir.

Di dîroka lîgê de derbiya ku di navbera herdu tîaman de herî zêde zû hat lîstin jî di hefteya duyem a sezona 2012 û 2013an de bû.

Pêşbirk bi skora 3 û 3 bi dawî bûbû.

Di lîgê de rekora alîgiran di pêşbirka Beşîktaş û Galatasarayê de hat şikandin.

Li qada Olîmpiyadê ya Atatûrkê di pêşbirka ku 22yê Îlona 2013an de pêşbirk ji aliyê 76 hezar 127 kesan ve hat temaşe kirin.

Di nîva duyema sezona 2007-2008an de derbî bêalîgir hatibû lîstin, ev jî wek cara ewil qewimî.

5 pêşbirk cezaya Galatasaray a ji heyama din mabû jî wek tiştekî balkêş di dîrokê de di 94 saliya derbiye de cihê xwe girt.

Herdu tîm di 94 salan de 343 caran hatin hemberî hev.

Galatasarayê ji aliyê serkeftinan ve li hemberî Beşîktaşê 121-109 li pêş e. Ji aliyê golan ve jî 482-451 li pêşiya reqîbê xwe ye.

Herdu tîm di lîgê de 120 caran hatin hemberî hev û ji van pêşbirkan 44 caran tîma zer sor bi ser ket, 34 caran jî tîma reş û spiyê bi ser ket.

Di 42 pêşbirkan de jî beramberî çêbû. Tîma zer û sor 148 gol avêtin, tîma reş û spiyê jî 127 gol avêtin.

Dîroka nûkirinê: 01 Kanûn 2018, 16:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE