Di 4 dereceyan de ketin avê

Ji bo balê bikşînin ser paqijiya Behra Vanê nîvê zivistanê avjenî kirin

Di 4 dereceyan de ketin avê

Li Wanê hezkirên xwezayê ji bo ku balê bikşînin ser paqijiya Behra Wanê, çalakiyek li dar xist. Sporvan tevî sir û sermayê ketin avê…

Pêxas li ser berfê sekinîn, bi sporê bejna xwe germ kirin û paşê xwe avêtin Behra Wanê.

Hezkirên xwezayê ji bo ku balê bikşînin ser paqijiyê, li plaja Mollaqasim çalakiyek li dar xist.

Li herêmê germahî 4 pile bû.

Lê ji bo ku xwedî li behra xwe derkevin, guh nedan sermayê…

Şaredarê Tuşbayê Fevzi Özgökçe jî piştgirî da çalakiyê. Ava Behra Wanê ligel paqijiyê, ji gelek nexweşiyên çermî re jî derman e.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE