Di atletîzmê da 8 madalya

Di Pêşbirkên Atletîzmê ya Navneteweyî da werzişvanên neteweyî 2 madalyayên zêr, 3 madalyayên zîv û 3 madalyayên bronz qezenc kirin

Di atletîzmê da 8 madalya

Werzişvanên neteweyî di Pêşbirkên Atletîzmê ya Navneteweyî ya li Bosna Hersekê da 2 madalyayên zêr, 3 madalyayên zîv û 3 madalyayên bronz qezenc kirin.

Li gor daxuyaniya Federasyona Atletîzmê di pêşbirkên li bajarê Zenîcayê da ji Tirkiyeyê 12 werzişvan beşdar bûn.

Di beşa jinan da Emel Şanli Kirçin di 400 mêtroyî da, Kayhan Ozer jî di 100 mêtroyî da madalyayên zêr qezenc kirin.

Di beşa jinan da Berfe Sancakê di 400 mêtroyî da, di beşa mêran da Yîgîtcan Hekîmoglu di 100 mêtroyî da madalyayên zîv qezenc kirin. Tugçe Şahutogluyê jî di avêtina çakuçê da madalyaya zîv qezenc kir.

Ji bilî vê di beşa mêran da Ayetullah Aslanhan di 3000 mêtroyî da, di beşa jinan da Şevval Ayaz di 100 mêtroyî da madalyayên bronz qezenc kirin.

Muammer Demir jî di beşa panzdana dirêj da bû sêyemîn.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE