Li Hekariyê, bi dehan kes ji bo ku bêhna xwe vedin û xwezayê nas bikin, di berfê de ji bajêr heta navenda kaşûnê ya mêrga botan, 12 kîlometreyan meşiyan…
Ji bo erdnîgarî û sirûşta Hekariyê nas bikin, di berfê de bi rê ketin…
Di serî de 22 çiyagerên Kûluba Çiyagerî û Sporên Sirûştê, bi dehan xwezaparêz beşdarî meşê bûn.
Sporvanên ku li navneda bajêr kom bûn, di berf û bahozê de bi qasî 12 kîlometreyan meşiyan û çûn Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan.
Xwezaparêz dixwazin bi çalakiyên wisa bala gel bikişînin ser danasîn û parastina sirûşta herêmê.