Di biharê de li ser çiyayê Artosê snowbord kirin. 3 sporvanên bajêr, piştî rêyeke dûr û dirêj û zehmet derketin serê çiyayê artosê. Paşê bi textikên xwe yên snowbordê xwe berdan jêr. Wextê berjêr dibûn dîmenên gelek xweşik hatin qeydkirin.
Di biharê de li serê Çiyayê Artosê snowbord kirin.
3 sporvanên ku bi salan e vê sporê dikin, ji bo kaşûnê bi textikên xwe derketin ser çiyê.
Sporvanan piştî amadehî û tevdîran, bi snowbordên xwe xwe berdan jêrê.
Dema berjêr dibûn li aliyekî xwezaya Westan û Wanê, li aliyê din jî Gola Wanê hebû.
Ew dîmenên xweşik û bi kelecan bi kamerayên sporvanan hatin qeydkirin.