Di bin berfê de raftîng

Ji bo pêşbirkan li ser Çemê Haburê antremanê dikin

Di bin berfê de raftîng

Li Beytüşebap Şırnakê kelecana amadehiya pêşbirkên raftîngê dest pê kir. Sporvanên komaleya klûba sporên xwezayê ya qatoyê ji bo beşdarî pêşbirkên neteweyî bibin ji niha ve li ser çemê xabûrê dest bi xebatan kirin. Sporvanan di antremanan de qet guh neda sir û seqema zivistanê.

Li aliyekî berf, li aliyê din sir û seqema zivistanê.

Lê dîsa jî dev ji xebatên xwe bernadin.

Sporvanên raftîngê yên Beytüşebapa Şırnakê ji bo amadehiyên pêşbirkên neteweyî li ser Çemê Xabûrê dest bi antremanan kirin.

Sporvanan ji ber pandemiyê heta niha xebatên xwe sekinandibûn. Lê piştî rewş baştir bû û ava çem li gorî spora wan herikî, ji nû ve dest bi antermanê kirin.

Sporvanê Beytüşebabî diyar dikin ku, “hin malzemeyên wan kêm in û ji bo peydakirina wan li benda alîkariyê ne.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE