Di Formula 1ê da kelecana Tirkiye Grand Prixê dest pê dike

Di Formula 1ê da kelecana Tirkiye Grand Prixê dest pê dike

Kelecana etaba 16emîn a Şampiyoniya Dinyayê ya Formula 1ê ya Tirkiye Grand Prîxê wê sibê dest pê bike.

Etaba şampiyoniyê wê Intercity Îstanbul Parkê çêbibe.

Turên antremana yekemîn ya etabê wê sibê di saet 11.30an da çêbin. Di saet 15.00î da jî turên antremanê yên duyemîn wê çêbin.

Pîlot wê 9ê cotmehê roja şemiyê di saet 12.00î da ji bo tura antremanê ya sêyemîn derkevin pîstê. Di heman rojê saet 15.00î da turên rêzê wê çêbibin.

Tirkiye Grand Prîx wê 10ê cotmehê roja yekşemê di saet 15.00î da çêbibe.

Pêşbirkê li ser pîsteke 5,3 kîlomêtroyî 58 turan çêbibe û wisa dawî bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE