Kulûba Galatasarayê ragihand ku di testa PCRyê ya vîrusa koronayê ya nû (KOvîd-19) ya ku îro hat kirin da encamên du fitbolîstan pozîtîf derket.
Di daxuyaniya ku ji ser malpera kulûba zer-sor da hat gotin ku "encamênestên PCRyê yên ku ji bo lîstikvanên tîma fitbolê, heyeta me ya teknikî, xebatkarên me yên ku di kadroyên performans, tenduristî, idarî û piştgiriyê da îro hatin kirin eşkere bûn û encama testên du lîstikvanên me pozîtîf derket. Protokola dermankirinê û pêvajoya karantînayê ya lîstîkivanên me dest pê kir."AA