Di heyama nû da li gor kapasîteya stadan wê ji sedî 50 temaşevanan hildin hundir

Di heyama nû da li gor kapasîteya stadan wê ji sedî 50 temaşevanan hildin hundir

 Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (TFF) daxuyand di heyama 2021-2022an da ew ê li gor kapasîteya stadyuman ji sedî 50 ji bo locayan jî tevahî temaşevanan hildin hundir.

Di daxuyaniya TFFyê da wiha hat gotin: "Lijneya Rêvebiriya Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê îro li Rîvayê civînek kir û biryar da ku di pêşbirkên profesyonel ên ku heyama 2021-2022an da wê bên lîstin da li gor kapasîteya stadyuman ji sedî 50 temaşevan bên hildan. Ji bilî vê ji bo locayan jî biryar hat dayîn ku li gor kapasîteyê hemû temaşevanan hildin hundir."

Hat gotin hurgiliyên mijarê wê paşê bên parvekirin û hat destnîşankirin ji bo tîmên deplasmanê jî heman biryar wê bikeve rewacê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE