Li Sûra navçeya dîrokî ya Diyarbekirê "Pêşbaziya Kişikê ya Kevneşopî" hat kirin.
Pêşbazî ji alî Şaredariya Sûrê û Nûnertiya Bajarê Diyarbekirê ya Federasyona Kişikê ya Tirkiyeyê va di Kompleksa Muzeya Kelha Navîn da hat organîzekirin û wê heta 2 rojan dewam bike.
Ji 15 bajaran 96 kes beşdarî pêşbaziya kişikê bûn.
Pêşbazî di kategoriya zarok, ciwan û mezinan da tê kirin û di encama pêşbaziyê da kesên bi ser kevin wê xelatê hildin.
Qaymeqamê Sûrê û Wekîlê Şaredar Abdullah Çîftçî berî destpêka organîzasyonê qad kontrol kir û bi sebiyekî ra kişik leyîst.
Çîftçî got ku ew dixwazin balê bikşînin ser navçeya Sûrê ya dîrokî û bi vê armancê kar û xebatan dikin.
AA