Di Lîga Ewropayê ya UEFAyê da tura 16emîn a dawîn dest pê dike

Pêşbirkên ewil ên tura 16emîn a dawîn wê sibê çêbibin

Di Lîga Ewropayê ya UEFAyê da tura 16emîn a dawîn dest pê dike

Di Lîga Ewropayê ya UEFAyê da pêşbirkên ewil ên nîvefînalê wê sibê bên lîstin.

4 tîmên ku di organîzasyona fitbola Ewropayê da di asta kulûban da dileyîzin, wê sibê li gor saeta Tirkiyeyê 22.05an da bileyîzin.

Arsenala ekîba Îngiliz wê Atletico Madrida nûnera Spanyayê têxe mêvan. Mesut Ozîlê jî di nîvê sehaya Arsenalê da dileyîze.

Olympique Marsilyaya tîma Fransayê jî wê li ber temaşevanên xwe bi Salzburga ekîba Awusturyayê ra bileyîze.

3yê gulanê piştî pêşbirkên rovanşan tîmên ku wê derkevin fînalê kifş bibin.

Fînala Lîga Ewropayê ya UEFAyê wê di 16ê gulanê da li Lyona bajarê Fransayê were lîstin.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE