Di Lîga Şampiyonên UEFAyê da Chelsea bû şampiyon

Di fînala Lîga Şampiyonên UEFAyê da her du ekîbên Îngiliz li Portoya bajarê Portekîzê di Stada Dragoyê da leyîst.

Di Lîga Şampiyonên UEFAyê da Chelsea bû şampiyon

Di Lîga Şampiyonên UEFAyê da Chelseaya ku Manchester City 1-0 têk bir, bû şampiyonê sezona 2020-2021ê. 

Di fînala Lîga Şampiyonên UEFAyê da her du ekîbên Îngiliz li Portoya bajarê Portekîzê di Stada Dragoyê da leyîst.

Chelsea di deqîqeya 42yem da bi gola Havertz va Manchester City 1-0 têk bir û bû şampiyon.

Chelsea di dîroka xwe da cara sêyem e ku dertê fînala lîga şampiyonan û cara duyem e ku kûpayê qezenc dike.

Ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji sedî 33yê stadê hat tijekirin û 14 hezar û 110 kesan ji trîbunê pêşbirk temaşe kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE